Trump: 'Lihevkirina bi Îranê re tenê bi teslîmbûna bê şert mimkun e'

Serokê DYE’yê Donald Trump diyar kir ku ji bilî teslîbûna bê şert a Komara Îslam lihevkirina agirbestê ya bi Îranê re red kir.

Serokê DYE’yê di peyama ku li Truth Social hat weşandin de wekî her tim tîpên mezin bi kar anî û got, "Bi Îranê re lihevkirin tuneye, tenê TESLÎMBÛNA BÊ ŞERT mimkun e!”

Trump îdîa kir ku di rewşek wiha de, DYE dikare "yek an çend rêberên derasayî û qebûlkirî" ji bo Îranê hilbijêre.

Trump destnîşan kir ku heke teslîmbûn çêbibe, DYE û "hevalbend û hevkarên wê yên wêrek" dê “Ji bo Îranê ji  hilweşînê rizgar bikin û ji hêla aborî ve bihêztir bikin wê ji her demû bêhtir bê westan bixebitin”.

Trump di parvekirina xwe de got, “Wê pêşerojek mezin ê Îranê hebe. Îranê dîsa mezin bikin."